May 02, 2021 15:18 Asia/Tehran
  • Li Stenbolê herî kêm 80 kes ji ber pîrozbahiya 1ê Gulanê roja Karkeran hatin desteserkirin

Li Stenbolê herî kêm 80 kesên ku dixwestin bi mebesta pîrozbahiyên 1ê Gulanê Cejna Karkeran biçin Qada Taqsimê, hatin desteserkirin

Li Stenbolê hejmarek welatî bi helkefta 1ê Gulanê Cejna Karkeran, destpêkê li Mecidiyekoy kombûn û xwestin ber bi Qada Taqsimê ve biçin. Lê hêzên ewlekariyê rê nedan wan û di navbera wan de alozî derket û di encam de 20 kes hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku li navçeya  Şişli jî polîsan êrîşî pîrozbahiyan kirine, di encamê de li wir 15 kes û  herî kêm 40 kesên ku dixwestin ji  navçeya Kurtuluşê ber bi navçeya Osmangaziyê ve jî bimeşin hatine desteserkirinê.

Şaxa Stenbolê ya Komeleya Parêzerên Hevçerx diyarkir ku herî kêm jimara desteserkiriyan bûye 80 kes. Komaleyê ragihand ku beşek ji desteserkiriyan li avahiyên ewlekariyê ne û beşeka wan jî  ji bo pişkinînên tendirustiyê li nexweşxanan in. Her wiha hate gotin ku hinek ji wan desteserkiriyan bo ewlekariya Vatanê hatine veguhastin.

Piştre nûnerên Konfederasyona Sendîkayên Mafên Karkeran (HAK- İŞ), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) û çendîn sendîkayan, ji bo bîranîna karkerên di çalakiyên 1ê Gulanê Cejna Karkeran de canê xwe ji dest dane, qerenfîl danîn Hevrazê Kazancı.

Serepeyv