Nîsan 29, 2021 13:15 Asia/Tehran
  • Amerîka: Bila Tirkiye kirrîna S-400a Rûsiyê bide rawestandin

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê tevî berevaniya ji daxuyaniya Joe Biden a bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan, ji Tirkiyê xwest ku kirrîna S-400a Rûsiyê rawestîne.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Antonî Blînken, Wezîrê karên derve yê Amerîkayê roja Çarşemiyê got: Daxuyaniya 24ê Nîsana 2021ê ya serokomar Joe Biden tiştekî ecêb nebû; Ji ber ku wî li Senayê di heyama rikeberiyên hilbijartinê da jî ew yek hilêxistib.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê destnîşan kir: Kirrîna Pergala S-400ê, teknolojî û hêzên Amerîkayê û hevpeymanên me dixe metirsiyê. Ev yek dibe sebeb dewlemendbûn û bandordanîna Rûsiyê.

Amerîkayê Tirkiye hişyar kiriye heke pergalên S-400ê werbigire, dê tûşî boykotên Waşîngtonê were. Lê Tirkiye heta niha hazir nebûye teslîmî zextên Amerîkayê bibe û destnîşan kiriye ku bi tu awayê dê dest ji wergirtina pergalên S-400ê nekişîne.

 

Serepeyv