Perwîn Buldan: Wezîrê Navxwe ji me re got “Hin grup hene ku di bin kontrola me de nînin”
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan dibêje dema çalakiyên Kobanî di hevdîtina de Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê yê wê demê Efkan Ala ji me re got “Di nav hêzên me yên ewlekariyê de grupên ne di bin kontrola me de hene”
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan di civîna grupa partiya xwe ya li parlamentê de derbarê runiştina yekem ya Doza Kobanî de û got: “Doza Kobanê di dîroka Tirkiyê de dozek herî mezin ya plangerî ye û dozek gelek bê hiqûqî ye.”
Perwîn Buldan got: “Li derve ne hiştin em li pêşiya dadgehê daxuyaniyê raghînin û ragihandin dîmen û sûretan bikşînin êdî li hindir çi bû hun bifikirin.”
Buldan nerazîbûn nîşan da ku bi sedema tedbîrên Coronayê gelek parêzer hatin asteng kirin ji bo nekevin hola dozê û bibîrxist ku hema hema nîvê holê bi leşker û polîsan ve tijî bû.
Buldan derbarê darizandina HDPê ser bûyerên Kobanê de got: “Ev doz dozeke ku ji berê de biryara wê ji aliyê AKPê ve hatiye dayîn. Ev doz tolhildana 7ê Hezîranê û 31ê Adarê ye.”
Perwîn Buldan gotinên Erdogan yên “Kobanî li ber ketinê ye û ket” ku di heyama çalakiyên Kobanî 7ê cotmeha 2014an li Dîlokê kiribûn bi bîrxist û got: “Wek şanda Îmraliyê em ji bo pêşîgirtina provokasyonan 48 saetan li wezareta navxweyî bûn. Wê demê wezîrê navxweyî ji me re got di nava hêzên wan yên ewlekariyê de hin grûp hene ku ew nikarin wan kontrol bikin. Tevî ku di ser de 7 sal derbas bûne, derbarê van grupên nekontrolkirî lêpirsînek nehatiye kirin. Çima ew hêz nehatin darizandin? Çend kesên wê demê walî û berpirsên emnî bûn cih di darbeya 15ê Tîrmehê de girtin? Hê jî çend kes ji wan berpirs in. Kesên ku difikirin emê van kiryaran bavêjin ustiyê HDPê û rizgar bibin xwe dixapînin, ew nikarin ser rastiyan binixumînin.”