Dozgerên Tirkiyê biryara desteserkirine 532 kesan bi tometa piştgiriya ji Gulen da
Dozgerên Tirkiyê biryara desteserkirina 532 gumanbaran da , 459 kes ji wan karmendên artêşa Tirkiyê ne bi tometa ku peywendiya wan li gel Tevgera Gulen heye, ku Tirkiyê wê wek “tevgerek teroristî” binav dike û ser bi Fethullah Gulen e û wê bi hewla derbeya leşkerî ya 2016an tometbar dike.
Li gor Anadolu Newsê , ev operasiyon ser daxwza dozgerên 62 parêzgehên Tirkiyê ku Îzmir û Stenbol navenda wan in li dijî tevgera Fetullah Gulen hat kirin û derheqê 532 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn ku 459 ji wan wezîfedarên Artêşê ne .
Li 62 bajarên ku navenda wan Îzmir û Stenbol e xebat hat kirin û Serdozgeriya Komarê der heqê 258 gumanbaran de biryara desteserkirinî da. Di nav 258 kesan de 61 kes ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, 122 kes ji Fermandariya Hêza Bejayê, 30 kes ji Fermandariya Hêza Esmanî, 22 kes ji Fermandariya Hêza Behrê, kesek ji Fermandariya Hêza Qeraxan, 22 kes ji Wezareta Parastina Neteweyî, 4 jê albay, 1 jê yarbay, 9 jê serdar, 24 jê serpel, 32 jê usttegmen, 3 jê tegmen, 142 jê astsubay, 1 jê çawîşê pispor e.
Di çarçoveya lêpirsînê de Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê jî, bi tevahî der heqê 274 kesan de biryara desteserkirinê da. Di nav van de jî 97 kes ji Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê, 111 kes ji Fermandariya Hêza Bejayê, 16 kes ji Fermandariya Hêza Asmanî, 19 kes ji Fermandariya Hêza Behrê û 31 jê xwendekarên eskerî yên ku piştî derbeyê têkiliya wan hat qutkirin in.