Nîsan 26, 2021 21:24 Asia/Tehran
  • PKK û Tirkiyê amarên kuştî û birîndarên şerê  li Herêma Kurdistanê belav kirin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku, di encama êrişên li  nav axa Herêma Kurdistanê bo ser navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê de, heta niha 31 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û 2 leşkerên wan hatine kuştin û herwiha 6 leşker jî birîndar bûne. PKKê jî debarê şer û pevçûnan de amareke din belav kir û dibêje 19 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Tirkiyê careke din li ser axa Herêma Kurdistanê ji 23ê Nîsana îsal ve dest bi operasyonekê kiriye û berê xwe daye navçeyên Metîna, Avaşîn û Zapê.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê û PKK derbarê encamên şer û pevçûnan de amarên ji hev cuda belav kirin.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar li navenda birêvebirina operasyonê diyar kir ku ew dirêjiyê didin êrîşên xwe heta ku digihêjin armanca xwe.

Hulusî Akar anî ziman ku di encama operasyonê de, 31 gerîlayên PKKê canên xwe jidest dane û 6 serbazên Tirkiyê jî birîndar bûne û got: “Heta niha hêzên me yên bejayî bi giştî 1.132 hedef topbaran kirine. Herwiha hêzên me yên asmanî jî serkevtî bûne û 120 hedef xistine jêr bandora xwe.”

Hat ragihandin ku ji 6 leşkerên birîndar ên ku Hulusi Akar behsa wan dikir, yek jê li nexweşxaneyê mir.

Li gorî nûçeyên medyaya Tirkiyê, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên derketine operasyonê bi dronê êrişek hat encamdan.

Di êrîşê de 6 leşker û cerdevanek birîndar bûn. Yek ji leşkerên birîndar Haluk Serhat Aldemir ê xelkê Tekirdagê canê xwe ji dest da.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê kuştina çawişê pispor Aygun Çakar ê xelkê Samsûnê jî ragihand.

PKKê amara ku dewleta Tirkiyê li bara kuştî û birîndarên xwe û PKKê ragihandine red dike û dibêje ku heya vê demê 19 leşkerên tirk hatin kuştin û 12 leşker jî birîndar bûne.

Ji aliyê din ve medyaya nêzîkî PKKê ragihand ku pevçûnên tund li herêmên weke Zendura û Derarê yên Metina, Mamreşo, Mervanos, Avaşîn û Zapê qewimîn.

Li gorî nûçeya ANFê, di pevçûnên li herêmên Zendura û Derarê yên Metîna de 11 leşker hatine kuştin û 12 leşker jî birîndar bûn. Herwiha li herêma Mervanos a Avaşîn 2 leşker û li Zapê jî 6 leşker hatin kuştin.

Serepeyv