Nîsan 26, 2021 10:19 Asia/Tehran
  • PKKê dibêje 8 leşkerên Tirkiyê kuştine, lê ev welata tenê kuştin serbazekî piştrast dike

Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. PKKê dibêje di vî şerî de 8 leşker hatin kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn. Leşkeran ji ber panîkê li hev reşandin û 4 leşker birîndar bûn.

Li Herêma Metînayê û Avaşîn şerekî giran di navbera Artêşa Tirkiyê û şervanên PKKê berdewam dike.

Li Metîna di navbera Qada Zendûra û Derarê de di navbera şervanên PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer çêbû. Hat ragihandin ku di vî şerî de 8 leşker hate kuştin, 12 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine stendin, leşkerên Tirkiyê ji ber panîkê gulle li hev reşandine û 4 leşker birîndar bûne.

Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand  ku ji şeş serbazên wî welatî ku pêştir li navçeya Operasyona Çengê Birûskê birîndar bûbûn, yek ji wan bi navê Aygun Çakar ji ber dijwariya birînan, jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha îdia dike ku ji destpêka wê operasyona nû ve 31 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane, lê PKK ev hejmar pişt rst nekiriye û dibêje dewleta Tirkiyê şantajan dike.

Artêşa Tirkiyê di 23ê Nîsanê de li nav sînorê Herêma Kurdistanê û bi taybet li navçeyên Metîna, Avaşîn û Basyan dest bi operasyoneke nû kir û tevî bomberankirina navçeyê, bi helîkopteran jî hejmarek hêzên xwe li ser kûpîtka çiya danî.

Serepeyv