Nîsan 25, 2021 17:43 Asia/Tehran
  • Hin berûlayên bûyera işkencekirina û kuştina kolberên kurd ên îranî li Tirkiyê

Endamên Komîsiyona mafên mirovan a Navenda parêzeran a Wanê karesata hatiye serê kolberên îranî vekolandin.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Piştî çend rojan ji bûyera işkencekirina du kolberên îranî li sînorê Çaldiranê, tu saziyeka fermî li Tirkiyê derbarê vê bûyerê tiştek ranegihandiye.

Ev nûçe cara yeke ji aliyê Roşen Teqwa nûnegihanê kurd ê ji Tirkiyê hat weşandin. Wî dîmenên leş û rûyê birîndar ê kolberekî ciwan ê îranî li ser twittera xwe weşandin. Piştî wê, malperên nêzikî kurdan li Tirkiyê hûrgiliyên vê bûyerê weşandin.

Malpera Gazete Duvar bi têkiliyeka vîdyoyê bi encamên malbata Bêhnam Semedî, kolberê îranî yê birîndarm hûrgiliyên zêdetir derbarê vê bûyerê weşandin.

Li gorî van nûçeyan ev du kolberên îranî li navçeya Bîdoxanê (Şêx Socûx) li çaldiranan Tirkiyê li ser sînor hatine girtin. Ev du kolberên makûyî ji Çaldirana Îranê çûne Çaldirana Tirkiyê.

 

Serepeyv