Nîsan 25, 2021 17:30 Asia/Tehran
  • Parlementerê HDPê daxwaza bersivdana wezîrê karên hundir derbarê îdiaya işkenceya du Kolberên îranî kir

Teyib Temel, Parlementerê HDPê bi pirsîna pirsa parlemanî ji weîzrê karên hundir ê Tirkiyê xwest ku derbarê bûyera ku hatiye serê kolberên îranî raporê bide.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Teyib Temenl, parlementerê HDPê bi pirsîna pirseka parlimanî daxwaza ronbûna îdiayên têkildarî işkenceya du kolberên îranî kir.

Li gorî rapora rojnameya Yenî Yaşamê, Teyib Temel parlementerê HDPê yê bajarê Wanê ji Silêman Soylû wezîrê karên hundir ê Tirkiyê xwest ku derbarê bûyera ku li qereqûla navçeya Bîdoxana Wanê li nêzikî xetê sînorî qewimiye, bersivê bide.

Wî pirsiye: Gelo îdiaya işkencekirina kolberên îranî, Hesen Keçelanlû û Bêhnam Semedî û kuştina Keçelanlû rast e? Heke rast e sebebkarên vê bûyerê kî ne? Gelo pêvajoyek derbarê girtin û lêpirsîna ji sebebkarên vê bûyerê dest pê bûye an na?

Tê gotin Silêman Soylû hîn tu bersivek nedaye vê pirsê.

Di vê bûyerê da du kolberên kurd ên îranî li navçeya Çaldirana Tirkiyê li nêzikî xetê sînor hatine girtin û li gorî nûçeyên weşandî di malperên Gazete Duvar û T24ê, ev du kes bi giranî hatine işkencekirin û yekî wan ji ber işkenceyê canê xwe ji dest daye.

 

Serepeyv