Nîsan 25, 2021 09:55 Asia/Tehran
  • Berteka Tirkiyê li hemberî bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan ji aliyê Amerîkayê va

Tirkiyê Şemiyê bi şev kiryara Joe Biden a bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan bêbingeh da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Receb Teyib Erdoxan serokomarê Tirkiyê 'siyasîkirina mijara tevkujiya ermeniyan ji aliyê welatekî sêyem (wek Amerîkayê) va' bi tundî şermezar kir.

Wî îdia kir: Em ê tu wextî rê nedin ku çanda jiyana hevpar navbera tirkan û ermeniyan ji nav here.

Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê karên derve yê Tirkiyê jî got: Em bi tamî biryara Amerîkayê ya bifermînaskirina tevkujiya ermeniyan red dikin.

 

Joe Biden roja Şemiyê tevkujiya ermeniyan bi fermî nas kir û bi awayî yekem serokomarê Amerîkayê ye ku helwêsta Ermenistanê derbarê kuştina miliyonek û nîv ermeniyan ji aliyê osmaniyan va di sala 1915an bi fermî nas dike.

Heta niha zêde ji 20 welatan tevkujiya ermeniyan bi fermî nas kirine.

24ê Nîsanê salvegera tevkujiya ermeniyan ji aliyê osmaniyan va ye. Karê ku ermenî wek Jenosayd bi nav dikin. Lê Tirkiye wê yekê red dike.

 

 

Serepeyv