Tirkiyê li Metînayê dest bi operasyona bejayî kir
Nîsan 24, 2021 12:00 Asia/Tehran
Hêzên Artêşa Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê li devera Metînayê dest bi operasyonê kir.
Li gorî malperên nûçeyan ên nêzîkî PKKê Artêşa Tirkiyê li Derarê, Koordînê û Stûna li devera Zendura ya Metînayê bi helîkopteran leşkerên xwe danîn û operasyoneke bejahî da destpê kirin.
Hat diyarkirin ku piştî firokeyên cengî yên Tirkiyê devera Zendûrayê ya Metînayê bombebaran kirin, herem ji aliyê helîkopterên Tirkiyê bi giranî hat bombebarankirin.
Di heman demê de ragihandin ku qereqolên ser sînor jî deverê bi giranî topbaran dikin.
Herwiha firokeyên bêpîlot ên bi çek li ser herêmê difirin. Li gorî hinek çavkaniyan tê gotin ku Tirkiye di derbê operasyonê de rayedarên Iraqê agahdar kiriye.