Nîsan 23, 2021 13:20 Asia/Tehran
  • Rojnameyên erebî: Du derbeyên Amerîkayê lin benda Erdogan in

Rojnameyên erebî îro behsa derbeyên Amerîkayê yên li dijî Erdogan, aloziya Lubnanê û rewşa Lîbyayê kir.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Rojnameyên erebî îro behsa derbeyên Amerîkayê yên li dijî Erdogan, aloziya Lubnanê û rewşa Lîbyayê kir.

Der barê vê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Joe Biden hewldanên Tirkiyê ku rewşê bi Washington re aram bike, bi bin xistin. Amerîkayê bi rêya dûrxistina ji projeya balafirên F-35 dewleta Tirkiyê xist bin zextan. Li gel wê pêşbînî hene ku Biden di daxuyaniya ku tê payîn roja şemiyê bide, bi awayekî fermî îtîraf bike ku Tirk berpirsên komkujiyên Ermenan in. Ev yek dibe ku Tirkiyê hêrs bike û têkiliyên bi nakok ên di navbera her du dewletan de aloztir bike.

Berpirsekî Pentagonê ragihand ku welatê wî dewleta Tirkiyê agahdar kiriye ku ew bi awayekî fermî ji bernameya balafirên F-35 hatiye derxistin.

Enqereyê zêdetirî 100 balafirên F-35 daxwaz kiribûn ku hinek beşên wê bi xwe çêdike, lê sala 2019`an piştî kirîna pergala parastinê ya rûsî S-400 ku Washington wê li ser pergala F-35 xetere dibîne, ji bernameya Amerîkayê hat dûrxistin.”
 

Serepeyv