Amerîkayê Tirkiye bi fermî ji bernama F-35ê derxist
Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Enqere agahdar kiriye ku Tirkiye bi fermî ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên balafirên şer F-35ê hate derxistin.
Ajansa fermî Anadolu ya hikûmeta Tirkiyê, li ser zarê rayedarekî Amerîkî ragihand ku Pentagonê Enqere bi fermî agahdar kiriye ku ew welat ji bernama balafirên şer ên F-35ê hate derxistin.
Wî rayedarî daye zanîn ku ew rêkevtina hevbeş a ku çend welatî beşdarin û Tirkiyê jî 26ê Çileya 2007ê beşdarî kiriye, hate hilweşandin û di peymannama nû de navê Tirkiyê lê nehate zêdekirin.
Herwiha heman çavkaniyê tekez kiriye ku peymana niha 8 welat beşdar in û li bernamê ti welateke nû nehatiye zêdekirin.
Bihayê her balafireke F-35 digihe 77 milyon û 900 hezar dolarî û Tirkiyê girêbesta kirîna 100 balafirên F-35 li gel Amerîkayê hebû ku vî welatî ev girêbest ji ber kirîna Sîstema mûşekî ya S-400 ya Rûsî ji aliyê Tirkiyê ve îbtal kir.
Kompaniya sereke ya berhemanîna balafirên F-35 ku kompanya Lockheed Martin a amerîkî ye, navê Tirkiyê ji lîsteya welatên berhemhênerên hevbeş ên vê firokeyê derxistibû.
Tirkiye yek ji 9 welatên beşdar di berhemanîna balafira pêşkevtî ya F-35 de bû û hin parçeyên wê balafirê ji aliyê wî welatî ve dihatin çêkirin.
Ji ber kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsyayê, ku sîstemeke berevaniya esmanî ye, peywendiyên Amerîka û Tirkiyê aloz bûne.