Bijartina berdevkê nû yê Wezareta Derve ya Tirkiyê
Nîsan 20, 2021 23:38 Asia/Tehran
Dîplomatê dêrîn Tanju Bilgiç wekî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê hat wezîfedarkirin
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anatolyayê, Tanju Bilgiç, dîplomatê dêrîn û balyozê berê yê Tirkiyê li Belgradê, wekî berdevkê Wezareta Derve hate wezîfedarkirin.
Tanju Bilgiç ji îro Sêşemê wekî berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê dest bi karê xwe kir.
Berî wî Hamî Aksoy wek berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê kar dikir.
Tanju Bilgiç ji 2016 heya 2021, balyozê Tirkiyê li Sirbistanê bû.