Nîsan 20, 2021 20:32 Asia/Tehran
  • Elî Babacan: Em amadene ji bo helbijartinê li gel HDPê hevpeymanî pêkbînin

 Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan li ser pirsa derbarê tifaqa hilbijartinê ligel HDPê got, ji xeynî herdu partiyên Tifaqa Cumhur AKP û MHPê ew amade ne ligel hemû partiyên din HDP jî di nav de ji bo hilbijartinên giştî tifaqê bikin.

Alî Babacan di bernama televizyona Haberturkê de li ser mijarê wiha axivî:

“Bila roja hilbijartinê bê, wê demê em ê biryarê ji bo tifaqên hilbijartinê ligel partiyan bidin. Diyalog û şêwra me ligel hemû partiyên siyasî heye. Ew herdu partiyên li ser desthilatê ne direvin ligel me hevdîtinan bikin. Tiştekî me nîne em jê bitirsin. Serê me bilind e, ji xeynî wan partiyên desthilat in ligel partiyên din zemîna pêwendiyên me germ e. HDP jî di nav de. Deriyê me yê diyalogê vekirî ye û çend roj berê jî serdana me kirin.”

Babacan ji bo guhertinên di destûra Tirkiyê de ku deshilatdariya AKP behsa wê dike jî diyar kir, “Amadekariyên me ji bo damezrandina sîstemeke parlamenterî ya bihêz temam bûne. Berî ku em hemû hûrgiliyên pakêta xwe eşkere bikin, me xwest ligel partiyên din ên siyasî hevdîtinan bikin, ligel rêzdar Kiliçdaroglu di civîneke çapemeniyê de me behs kir, ligel rêzdar Akşener û rêzdar Davutoglu jî bi heman awayî, hemûyan kêm zêde di wê çarçoveyê de amadekarî kirine. Ew jî pakêta xwe ji bo guhertina destûrê amade dikin. Pakêta me bo guhertina destûrê amade ye. CHP û IYI Partî di qonaxa amadekariyê de ne. Piştî bidawîbûna amadekariyan wê me agahdar bikin. ”

Serokê Giştî yê DEVAyê got, “Pakêta ku me amade kiriye 74 maddeyan li xwe digire, partiya me ji bo guhertinên di destûrê de amade ye.

Serepeyv