Li Çeleya Colemêrgê 4 siyasetmedarên kurd hatin desteserkirin
Nîsan 20, 2021 19:47 Asia/Tehran
Li bajarokê Çelê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya kurdên Tirkiyê ve hevserokê berê yê şaredariya Çelê Servet Tunç jî di nav de 4 kes hatin desteserkirin.
Li bajarokê Çelê ya Colemergê îro 20ê Nîsana 2021ê di saetên sibehê de polîsan bi ser malên çend siyasetmedaran de girtin.
Di encama serdegirtinê de hevserokê berê yê Şaredariya Çelê Servet Tunç, ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) serokê berê yê şaredariyê Mehmet Kanar, endamê Encûmena Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faris Çetinkaya û Haci Yanar hatin desteserkirin.
Derbarê sedema desteserkirinê de ti zanyarî nehatine dayîn û hatiye ragihandin ku kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Navçeyê hatine birin.