Li Stenbolê 14 kes bi tometa ku DAIŞî ne hatin desteserkirin
Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, îro li parêzgeha Stenbolê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dest bi operasyoneke berfireh li dijî endam û rêxistinên nihênî yên DAIŞê dest pê kirin. Di operasyona îro de tê 14 kes bi tometa ku endamên DAIŞê ne, hatin desteserkirin.
Li gor agahiyan, tîmên Dije Terorê yên ser bi Rêveberiya Asayişa Stenbolê li gel hêzên polîs ên Operasyonên Taybet, îro Sêşemê ji bo girtina hejmarek gumanbarên ku peywendiya wan li gel DAIŞê heye û alîkariya wê rêxistinê kirine, dest bi operasyoneke berfireh kirine.
Di operasyonê de, polîs û hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li 4 navçeyên ser bi parêzgeha Stenbolê ve avêtine ser 8 navnîşanan û li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, di operasyona îro de 14 kesên gumanbar hatine desteserkirin ku xwe ji çalakiyê re amade dikirin.
Herwiha hat zanîn ku di lêgerînên li navnîşanan de gelek dokumen û alavên dijîtal ên rêxistinî hatin bidestxistin.
Kesên ku hatine desteserkirin, bo Rêveberatiya Asayişa Stenbolê hatine veguhastin û lêkolîn bi wan re tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku hikûmeta Tirkiyê, gelek ji neyarên xwe bi tometa piştgiriya ji DAIŞ, PKK û Fetullah Gulen digirin û davêjin zîndanan.