Nîsan 19, 2021 14:50 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 20 miliyon dozên vaksîna Koronayê li Tirkiyê hatin derzîkirin

Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê ragihand, Heta niha derziya zêde ji 20 miliyon dozên Vaksîna Koronayê li vî welatî hatiye lêdan.

Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Li gorî amara Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê, heta niha 12 miliyon û 207 hezar û 83 kesan yekemîn doz û 7 miliyon û 793 hezar û 292 kesan jî duyemîn doza vaksînê wergirtine.

Tirkiyê kariye 26 miliyon dozên vaksîna Koronayê bikire û 30 miliyon dozên vaksîna Koronayê (Pfizer–BioNTech) jî biryar e ku di meha Hezîranê da bo Tirkiyê bên radestkirin.

 

 

 

Serepeyv