Nîsan 19, 2021 11:07 Asia/Tehran
  • Parlementerê CHPê: Dewleta Tirkiyê mafê îqameta li vî welatî daye endamên DAIŞê

Parlementerê CHPê îdia kir ku dewleta Tirkiyê mafê mayîna li Tirkiyê daye hejmareke zêde ya serçeteyên DAIŞê.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Piştî ku dewleta Tirkiyê malk û heyitiyên hejmareke ji kesan bi tawana endamtiya li komên terorîstî desteser kir, hat diyarkirin ku hejmareke zêde ya van kesan endamên bilind ên koma terorîst a DAIŞê ne ku mafê mayîna li Tirkiyê ji dewleta vî welatî wergirtine.

Di vê lîsteyê da 365 kes ji endamên 12 rêxistinan pêkhatî ji Cemaeta Fetû (Fethullah Gulen), DAIŞ, PKK, PYD, KCK û hwd in.

Tekîn Bîngol parlementerê CHPê bi amajeykirina li ser navên gelek ji van kesan ku welatiyên biyanî ne, got: Em piştî navê van kesan jibo desterserkirina milk û malên wan li malper dewletê ya Rojnameya Fermî da hat weşandin, tê digihêjin ku dewleta Tirkiyê mafê mayîna li Tirkiyê daye endamên DAIŞê.

 

 

Serepeyv