Nîsan 16, 2021 22:35 Asia/Tehran
  • Dadgeha Destûrê careke din dosyeya girtina HDPê paş de vegerand

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê bo cara duyem dosyeya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bo Serokatiya Dozgerê Giştî paş de vegerand.

Roja 31ê Adara îsal, Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûra Tirkiyê di yekem xwendina xwe de li ser dosyeya girtina HDPê, bi sedema hebûna hejmarek kêmasiyan biryar da ku ew dosye bo Dozgerê Giştê bê vegerandin.

Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê bo cara duyem derbarê gotûbêjkirina dosyeya girtina HDPê de kom bû û di vê xwendinê de jî çendîn têbînî hatin tomarkirin.

Encûmena dadgeha navborî 14 birge diyarkirin ku kêmasî tê de hene û ragihand ku wan birgeyan pêwîstî bi hinek belgeyên din jî heye.

Lewma di civînê de endamên Encûmena Giştî ya Dadgeha Destûra Tirkiyê, careke din dosye red kirin û bo cara duyem daxwaz ji Serokatiya Dozgerê Giştî kirin ku kêmasiyan nehêle û belgeyên pêwîst jî pêşkêş bike.

Di heyama derbasbûyî de Partiya nijadperest a Tevgera Neteweyî (MHP) guvaşeke zêde li ser AKPê hevpeymana xwe kir bo ku kar li ser girtina HDPê bike.

HDP sêyemîn a mezintirîn fraksiyona parlamenta Tirkiyê ye û di dawîn hilbijartinê de ku 2018an birêve çû, ji %11.7 deng wergirtin û ji 600 kursiyên parlamentoyê, 67 kursî bidest xistin.

Lê di heyama derbasbûyî de bawerî ji 3 parlamenteran hat wergirtin û hejmarek parlamenter jî ji fraksiyonê derketin û niha 57 kursiyên HDPê hene.

Serepeyv