Nîsan 12, 2021 09:20 Asia/Tehran
  • Nahît Eren bû serokê nû yê Baroya Diyarbekirê

Baroya Diyarbekirê Komcivîna xwe ya Asayî ya 47an li dar xist. Di encama dengdayînê de ji bo Serokatiya Baroya Diyarbekirê parêzer Nahît Eren hat bijartin.

Baroya Diyarbekirê Komcivîna xwe ya Asayî ya 47an li dar xist. Komcivînê roja Şemê bi axaftinan dest pê kiribû û duh li Eywana Konferansê ya Park Yildizê ya li Yenîşehîra Amedê bi deng dayîna endamên baroyê bi dawî bû.

Piştî jimartina dengan Nahît Eren 693 deng wergirt û bi van dengan bû serokê nû yê Baroya Amedê. Namzet Cîhan Aydin jî 594 deng wergirt û namzetê din Cengiz Baysal jî 45 deng wergirt.

Piştî jimartina dengan Cîhan Aydin û Nahît Eren axivîn. Cîhan Aydin di axaftina xwe ya spasiyê de got: “Ala Baroya Diyarbekirê wê tu demê nekeve erdê. Ez spasiyê xwe ji bo hemû organên Baroyê dikim. Me gelek titşên xweş û baş kir. Ez hêvîdarim wê rêveberiya nû jî bi heman mîsyonê xebatên xwe bidomîne. Ji hevkarê xwe yê nû Nahît Eren û tevahiya rêveber û endaman re serkeftin dixwazim.”

Herwiha Nahît Eren jî axivî û spasiya hemû endaman kir û wiha got: “Tu demê kes di Baroya Diyarbekirê de winda nake. Tahîr Elçî serokê ebedî yê Baroya Diyarbekirê ye. Em ê bi vê berpirsiyariyê her tim xwedî li keda Elçî derkevin û nirxê Baroya Diyarbekirê bilind bikin û bi rê ve bibin. Îhtiyaca vî bajarî û Kurdan bi vê baroyê heye. Heta ku ev gel li cem me be em ê bi hêzdar li ser pêya bin. Ez tevahiya hemû hevpîşeyên xwe pîroz dikim.”

Serepeyv