Nîsan 08, 2021 19:32 Asia/Tehran
  • Li Metîna û Bagokê 7 şervanên PKKê hatin kuştin

PKK'ê ragihand ku li Metînayê di 5'ê Nîsanê de gerîlayek û di 29'ê Adarê de li herêma Bagokê ya Mêrdînê jî 6 gerîla hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKK'ê daxuyand ku li Bagokê di operasyona leşkerî û bombebarana 2 rojan de 6 şervanên wê hatin kuştin. Her wiha 5'ê Nîsanê jî şervanek li herêma Metînayê di encama bombebaranê de hat kuştin.

PKK’ê di daxuyaniyê de ragihand ku 29'ê Adarê saet 14 artêşa Tirkiyê li herêma Bagokê ya eyaleta Mêrdînê, li dijî komek ji hêzên PKKê operasyonekê ki û bi balafirên şer sê saetan bombe li qadê barandin û piştre bi helîkopteran qad bombe kirin, leşker danîn herêmê. Di vê operasyona ku du rojan dewam kir, 6 şervanên PKK hatin kuştin. 

PKK'ê herwiha ragihand ku 5'ê Nîsanê jî li qada Tepê Ortê yê herêma Metînayê di encama bombebaranê de şervanekî din hat kuştin.

Serepeyv