Nîsan 07, 2021 15:49 Asia/Tehran
  • Sizayên Amerîkayê yên bo ser Tirkiyê îro destpê dikin

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku sibe sizayên wî welatî yên di çarçoveya qanûna dorpêçan a bi navê CAATSAyê de, bo ser Tirkiyê destpê dikin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku  7ê Nîsana 2021ê anku îro bi fermî qanûna dorpêçan a CAATSAyê radigihînin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ew siza li dijî Serokatiya Pîşesazî ya Berevaniya Tirkiyê, serokê wê dezgehê Îsmaîl Demîr, Cîgirê Serokê Pîşesazî ya Bergiriyê Tirkiyê Faruk Yigit, Serokê Nivîsgeha Feza û Berevaniya Asmanî Serhat Gençoglu û Rêvebirê Grûpa Nivîsgeha Feza û Bergiriyê Asmanî û Serokatiya Pîşesazî ya Bergiriyê Mustefa Alper Deniz têne cîbicîkirin.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Antony Blinken sedema sizayan weke “peywendiyên wan kes û saziyan bi dezgehên îstixbatî û berevaniyê yên Rûsyayê re hebûne” nîşan da.

Di çarçoveya sizayan de kesên navborî eger li Amerîkayê saman û pere hebin, dê bêne ragirtin û vîzeya Amerîkayê jî ji bo wan neyê dayîn.

Amerîkayê ji ber kirîna mûşekên S-400 par di meha Kanûnê de biryar da ku curên cezayan li ser Tirkiyê bisepîne û li gor yasaya dorpêçan a bi navê CAATSA ya Amerîkayê, Serokê Pîşesaziya Bergiriyê li Wezareta Berevaniya Tirkiyê ÎsmaÎl Demir û 3 kesên din xistin bû lîsteya sizayan.

Serepeyv