Nîsan 05, 2021 22:33 Asia/Tehran
  • Selahattîn Demîrtaş bang li opozîsyonê kir ku ji bo demokrasiyê mil bi mil têkoşîn bikin

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş bi nivîskî bersiva pirsên Reutersê da û tê de ji partiyên opozîsyonê daxwaz dike ku `bêyî ku li benda hilbijartinên 2023an bisekinin, divê li ser lihevkirineke nirxên demokratîk ên hevbeş niha tifaqek saz bike.`

Hevserorkê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş got: “Hemû partiyên ku dixwazin ji bo demokrasiyê mil bi mil têkoşîn bikin, divê werin ba hev. Zext, zilm û xirabbûn her ku diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê bêyî ku li benda hilbijartinan bisekinin, ji îro pê ve sazkirina tifaqa demokrasiyê dê pir bi wate û hêja be.”

Di derbarê hewlên girtina HDPê jî Demîrtaş wiha got “AKP û Erdohan hemû rêgezên avakirina xwe danine aliyekî. Ji ber vê yekê ne ecêb e ku wan dev ji rêgezên girtina partiyan berdave. Ji ber ku li ser desthilatê bimînin tiştek ku nekin tineye. Ev jî dide nîşanda ku ji bo wan alternatifên siyasî kêm bûne. Yek ji armanca doza girtinê jî, di nav opozîsyonê de nakokiyan derxin, opozîsyonê lawaz bikin û perçe bikin. Divê opozîyon nekeve vê xwefikê.”

Li ser pirsa, di hewlên girtinê de zêxtên ku ji aliyê MHPê ve tên, rolek heye an na, Demîrtaş wiha bersiv da “Vê jibîr nekin, ji MHPê çiqas zext bên bila bên, her tim kesê ku biryara dawîn dide Erdogan e. ji ber vê yekê hemû berpirsiyarî di destê Erdogan û AKPê de ye.”

Di derbarê têkiliyên AKP û MHPê de Demîrtaş amaje bi wê yekê kir ku her ku diçe MHP zextên xwe zêde dike, sûdê ji girêdahiya AKPê ya bi wan ve ye distîne û dixwaze kontrola dewletê bidest bixe û ji nû ve dîzayn bike lê di vî warî de ew ti carî bisernakeve.

Li ser pirsa hilbijartineke pêşwext ya gengaz de Demîrtaş bi vî rengî bersiv da “Berî ku qeyrana aborî ber bi hilweşînek tevahî ve biçe, dibe ku ew bixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin. Ji ber ku eger qeyrana aborî pir mezin bibe, dibe ku teqînên civakî rû bidin. Ji bo ku AKPê ji vê yekê xwe dûr bixîne, dibe ku bixwaze biçe hilbijartineke pêşwext.”

Serepeyv