Nîsan 05, 2021 21:26 Asia/Tehran
  • Erdogan bi Şahê Urdinê re telefonî axivt piştgiriya xwe jê ragihand

Serokomarê Tirkiyê di peywendiyeke telefonî de bi Şahê Urdinê re piştevaniya xwe jê ragihand û derbarê berfirekirina pêwendiyên du welatan de gotûbêj kir.

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, peywendiyeke telefonî bi Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem encam da û pê re derbarê guhertin û geşedanên li navçê axivt.

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Erdogan di wê peywendiya telefonî de piştevaniya Tirkiyê ji Şah Ebdullah re ragihand ji bo “parastina seqamgiriya” wî welatî.

Ev yek di demekê de ye ku hewldana derbeyekê bûye rojeva Urdinê û vê yekê jî karvedanên herêmî û navdewletî li pey xwe anîne.

Roja 03/04/2021, Şazade Hemze bin Husên biryayê Şah Ebdullahê duyem û hejmareke berpirsên din ên Urdinê bi gumana plandanîna bo derbeyê û ji kardûrxistina Şah Ebdullahê Duyem, hatin desteserkirin.

Tirkiyê piştî vê bûyerê piştgiriya xwe ji Şahê Urdinê diyar kir.

Serepeyv