Nîsan 05, 2021 16:31 Asia/Tehran
  • Li Amedê 22 jinên endamên rêxistinên HDPê hatin girtin

Li Amedê 22 berpirs û endamên rêxistinên jinan ên Partiya Demokratîka Gelan (HDP) hatin desteserkirin.

Li bajarê kurdanên Tirkiyê,  Amedê hêzên ewlekariyê yên vî welatî li dijî endam û alîgirên HDPê operasyonek encam dan.

Hêzên ewlekeariyê yên ser bi Rêveberiya Giştî ya Polîsan di çarçoveya wê operasyonê de avêtin ser çend malan.

Di encama operasyonê de bi tometa “endamtiya rêxistina jinan a PKKê” 22 berpirs û endamên HDPê hatin girtin.

Her di çarçova lêpirsîna(sekirina) Serdozgeriya Amedê de daxwaza girtina 33 jinan hatiye kirin.

Herwiha di lêgerîn û pişkinîna malan de dest bi ser hejmareke belge û kelûpelên dijîtalî de jî hat girtin.

Operasyone li dijî jinên ku biryara girtinê derbarê wan de heye, berdewam e.

Serepeyv