Nîsan 05, 2021 15:08 Asia/Tehran
  • Serdozgeriya Komarî ya Enqerê biryara desteserkirina 10 amîralên xanenişîn ên Tirkiyê da

Piştî hêrsbûna partiya serdest a AKPê li hemberî daxuyaniya amîralên xanenişîn ya derbarê rêkeftina Montroyê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê 10 ji wan amîralên xanenişîn de biryara desteserkirinê da.

Li Tirkiyê di demekê de ku nîqaşa derbarê vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ya taybet derbarê jinan de berdewam dike, Serokê Parlamenta Tirkiyê Mustafa Şentop li ser vê pirsê ku “Serokomarek dikare (rêkeftina) Montroyê hilweşîne?” gotibû, “Di warê teknîk de belê!” û herwiha wêneyên amîralekî fermandariya deryayî li maleke terîqetê bi cubbe û şaşik derketibûn holê.

Li ser van pêşhatan roja 3ê Nîsanê 104 amîralên (fermandarên deryayî) yên xanenişîn daxuyaniyeke hevbeş belav kiribûn û amaje bi wê kiribûn ku ew rêkeftin ji bo Tirkiyê destkeftek e.

Lê berpirsên hikûmetê û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê nerazîbûneke tund nîşanî wê daxuyaniyê dabûn û wek “hewldanek ji bo pêkanîna derbeyê” binav kiribûn.

Piştî van karvedanan û bertekên hikûmetê, Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê daxuyaniyê û îmzekerên wê de biryara lêpirsînê dabû.

Îro sibehê jî Serdozgeriya Komarî ya Enqerê biryara desteserkirina 10 ji wan amîralên îmzekerên wê daxuyaniyê derxist ku Cem Gurdenîz, Mustafa Ozbey û Kadîr Sagdiç jî di nav wan de ne.

Herwiha ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve li ser fermana Serdozgeriyê, li mala wan amîralan lêgerîn da destpêkirin.

Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarî ya Enqerê de amaje bi wê hatiye kirin “ji bo ku rêliber jinavbirina delîlan bê girtin û gumanbarên din jî demildest bên destnîşankirin” biryara desteserkirina wan bi awayekî hevdem, hatiye dayîn. Her li gor daxuyaniyê daxwaz ji ber temenê wan 4 ji wan amîralan hatiye kirin ku ew bi xwe di nava 3 rojan de biçin Emniyeta Enqerê û îfade bidin.

Serepeyv