Nîsan 04, 2021 09:01 Asia/Tehran
  • Ji ber ku nehîştin bi zimanê kurdî berevaniya xwe bike, li dadgehê berevaniya xwe nekir

Ayîşe GokKan Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tawana 'Endamtiya li nav komên terorîst' hat darizandin û rê bo wê nehat dayîn ku bi zimanê kurdî berevaniya xwe bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Gazete Duvarê, Ayîşe GokKan (Ayşe Gökkan) Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) bi tawana 'Rêveberiya komekê' û 'Endamtiya di rêxistineke terorîst da' di bîstemîn civîna dadweriyê ya dadgeha sizayî ya parêzgeha Diyarbekirê amade bû.

Ayîşe GokKanê ku pêştir jibo berevaniya ji xwe bi zimanê xwe yê zikmakî daxwaz kiribû û soz jê ra hatibû dayîn ku bi zimanê kurdî berevaniya xwe bike, di vê civînê da jî destûr nedan wê ku bi zimanê kurdî ji xwe berevanî bike.

 

Serepeyv