Nîsan 03, 2021 22:16 Asia/Tehran
  • Kurê Omer Faruk Gergerlîoglu: Polîsan li bavê min dan û sivkatî lê kirin

Kurê Omer Faruk Gergerloglu dibêje, “Polîsan li bavê min dan û sivkatî bi wî kirin. Derbarê rewşa bavê min de jî zanyariyên rast nedidan me.”

Salih Gergerlîoglu, kurê Omer Faruk Gergerlîoglu beşdarî bultena 15.00 a Rûdawê ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û behsa rewşa bavê xwe kir ku duh ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin.

 Salih Gergerlîoglu behsa çawaniya desteserkirina bavê xwe dike ji aliyê polîs ve û dibêje, “Duh derdora demjimêr 19.30 polîs hatin mala me, berî niha 10 roj molet dabûn ku xwe radest bike. Bavê min jî gotibû ew xwe radest nake. Bêyî ku îcaze werbigirin derbasî nav mala me bûn û ew rakêşan birin.”

Kurê Omer Faruk Gergerlîoglu dibêje, li nexweşxaneyê bavê wî ji wî re got ku polîsan sivkatî bi wî kirine, gef lê xwarine û “di raportê de jî heye ku li bavê min dane.”

Li ser rewşa tendirustî ya bavê xwe jî Salih Gergerlîoglu, “Nexweşiya fişarê ya bavê min heye, li nexweşxaneyê pizîşkan ji ber bilindbûna fişara wî, biryara enjiyoyê dan. Lê polîs guh nedan van gotinan û bêyî ku bavê min anjiyo bibe ji nexweşxaneyê dibin girtîgehê. Paşê ji ber rewşa wî dîsa dibin nexweşxaneyê û şeva derbasbûyî li beşa çavdêriya hûr derbas kir.”

Salih Gergerlîoglu behsa wê dike, “Neheqiyeke gelek mezin heye, heta 3-4 seatan li gel parlamenterên HDPê me nekarî bizanin birine kîjan nexweşxaneyê. Ti saziyekê zanyariyên rast nedan me. Paşê me zanî bavê min birine Nexweşxaneya Bajêr a Enqerê, li wir anjiyo bo hat kirin û sibeha îro careke din min nezanî zanyariyeke rast li ser rewşa bavê xwe bizanim.”

Serepeyv