Nîsan 01, 2021 17:16 Asia/Tehran
  • Davûtoglu: Girtina HDPê di berjewendiya Qendîl û Îmraliyê de ye

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê pêştir ê Tirkiyê jî bûye, li dijî hewlên girtina HDPê derdikeve û dibêje, “Girtina HDPê di berjewendiya PKKê de ye û xelkê teşwîq dike ku têkiliyê bi çiya ve bikin.”

Davutoglu di programeke televîzyonî de têkildarî hewlên jibo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) axivî û ragihand: “Ez di bingeh de li dijî girtina partiyan im, çimku girtina partiyan sînordarkirina demokrasî û siyasetê ye. Herwiha pêştir hat dîtin ku ti sûdeke wê tune ye. Bi zelalî dibêjim, eger niha HDP bê girtin, yê ji gişkan bêtir qezenc bike, Qendîl û Îmralî ne. Çimku heya ku bazneya siyaseta wan tengtir bibe, bazneya terorê ya Qendîlê berfirehtir dibe, ev weke hevkêşeyekê ye.”

Serokê Partiya Pêşerojê diyar kir, “tevî ku wiha tê dîtin ku girtina HDPê li dijî PKKê be, lê berovajî vê yekê bûye projeya valakirina pêşiya Qendîlê û weke vê ye ku em bêjin, em rêya siyasetê nadin we û herin çiya.”

Ahmet Davutoglu li ser bêdengiya Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a derbarê vê mijarê de jî got: “Serokkomar têkildarî vê mijarê ti axaftinek nekiriye, çimku ev li dijî prensîpên wî ye. Serokkomarek heye ku bi dirêjiya jiyana xwe gotiye ku girtina partiyan şaş e. Lê niha bi guvaşên Bahçelî û Perînçek, girtina partiyan kirine rojev.”

Davutoglu bi tundî gotinên Serokê Partiya Tevgera Netewî (MHP) ya nejadperest, Devlet Bahçelî yên derbarê Dadgeha Destûrê de jî rexne kir û got, ji ber ku biryareke wê bi dilê Bahçelî nebûye, bi pêwîst dibîne ku Dadgeha Destûrî bê girtin ku saziyeke rasteqîn ê dewleta qanûn û demokrasiyê ye.

Serepeyv