Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê derbarê HDPê bû sedema hêrsbûna Bahçelî
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê piştî biryara derbarê HDPê de dîsa bû armanca êrişên Serokê MHPê û berpirsekî AKPê jî jêsta dadperweriyê li xwe girt û got: “Êrişkirina ser Dadgeha Destûra Bingehîn, tunehesibandina sîstema hiqûqê ya Tirkiyê ye.”
Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê ku tam li bin kontrola dewletê ye duh ji bo ku serbixwe were hesibandin 31/03/2021, derbarê dosyeya girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de civiya biryar da ku ew dosye bo Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind bê vegerandin da kukêmasiyên wê ji holê rake, .
Ev biryara Dadgeha Destûra Bingehîn rastî nerazîbûna Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî hat û ew dadgeh careke din bû armanca êrişên Bahçelî.
Devlet Bahçelî got, “Dadgeha Destûra Bingehîn li gel serdestiya hiqûqê ye, an şeqşeqkera cudaxwaziyê ye? Bi qasî girtina HDPê, girtina Dadgeha Destûra Bingehîn jî êdî armancek e ku divê neyê paşxistin.”
Cîgirê Serokê Karûbarên Hilbijartinê yê Navenda Giştî ya AKP Samîr Altunkaynak jî di vê barê de got: Biryara derbarê HDPê de ya Dadgeha Destûra Bingehîn ne biryara dawîn e û di çarçova maddeya 174 de wê dadgehê biryara vegerandina dosyeyê daye.
Altunkaynak bi vê îdiayê ku teşkîlata dadweriyê li Tirkiyê ser bi xwe ye her êrişeke li ser wê dadgeha bilind wek “tunehesibandina sîstema hiqûqê ya welat” binav kir û got, “biryar derbarê destnîşankirina kêmasiyan de ye û ne biryara esas û dawî ye.”
Di dewama daxuyaniya xwe de Cîgirê Serokê Karûbarên Hilbijartinê yê Navenda Giştî ya AKPê got: Daxwaza girtina dadgehekê ji ber biryara wê, ti sûdeke wê bo “hiqûq, dewlet û milet” nîne û tekez kir, “Ewlekariya hiqûqê, misogeriya bingehîn a yekîtî û hebûna vî welatî ye.”