Nîsan 01, 2021 10:56 Asia/Tehran
  • Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê îdîanama li ser HDP’ê îade kir

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di lêkolîna pêşîn a doza li ser girtina HDP’ê de biryara xwe da.

Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn biryara îadeyê (serdavegerandin) civîna rojevê de da.

Doza girtina HDP’ê ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Saziya Darizandinên Bekîr Şahîn hatibû destpêkirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn di civîna rojevê de lêkolîna xwe ya pêşîn kir.

Desteya Giştî kêmasiyên di isûlê de yên îddîanamê tespît kir û ji bo temamkirina kêmasiyan serlêdan îadeyî Serdozgeriya Komarê ya Saziya Darizandinê kir.

Heke kêmasî werin temamkirin û were pêşkêşkirin dibe ku dîsa lêkolîn were kirin.

Desteya Giştî wê piştre dîsa bicive û biryar bide ka îddîaname hatiye qebûlkirin an na.

Serepeyv