Nîsan 01, 2021 07:34 Asia/Tehran
  • Ahmet Turk: Em ne bêalternatîf û neçar in, Em afirîner in

Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ahmet Turk yê ku li cihê wî qeyûm danîne got: “Helbet girtina partiyan ji bo me giring e. Em ne bêalternatîf û neçar in, Em afirîner in. Ji ber ku em bawer dikin, têkoşîna gelê xwe didin, ez bawer dikim ku em ê biserkevin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi munasebeta salvegera duyamîn ya hilbijartinên heremî yên 31 Adarê 2019an forumeke bi navê “Jo bo Îradeya Gelan Dadwerî” lidarxist .

Di vê forumê de Ahmet Turk got: “Em xwediyê ramana siyasiyeke ku ne tenê ji bo azadiya Kurdan, ji bo azadiya hemû gelan têkoşînê destpêkiriyê ne. Îro jî yên ku vê qebûl nakin, di helwesta qedandina siyaseta Kurdan de ne. Hûn tev dizanin, parêzbendiya gelek hevalên me di rojevê de ye. Herî dawî jî li ser talîmatê di derbarê girtina partiya me de em bi dozek ku ji aliyê Serdozgerê Giştî yê Dadgeha Bilind ve hatî destpê kirin û îro li Dadgeha Destûrê tê nîqaş kirin re rû bi rû ne.”

Ahmet Turk diyar kur ew ji bo dadweriye hewl didin lê bi kesayetan daxwaziya dadweriya têr nake, divê bi civakê ji bo dadweriyê bikevin rê û wiha berdewam kir “eger em li dijî bêhiqûqiyê û guvaştinên li ser gelê Kurd berxwedana xwe wenda bikin, fatora wê ji bo pêşeroja me û zarokên me pir giran be.”

Hewrwiha Ahmet Turk amaje bi wê yekê kir ku ew jî dizanin ti sûda girtina partiyan tuneye, dixwazin gelê Kurd û yên ku ji demokrasiy bawer dikin biceribînin û wiha berdewam kir “helbet girtina partiyan ji bo me giring e. Em ne bêalternatîf û neçar in, Em afirîner in. Ji ber ku em bawer dikin, têkoşîna gelê xwe didin, ez bawer dikim ku em ê biserkevin.”

Serepeyv