Adar 31, 2021 10:39 Asia/Tehran
  • Babacan li Colemêrgê: 'Bila hikûmetaTirkiyê ji ber zilma li zimanê kurdî daxwaza lêborînê bike'

Elî Babacan Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) ji hikûmeta Erdoxên xwest ji ber zilma li zimanê kurdî daxwaza lêborînê ji gel bike.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê rojnameya Duvarê, Elî Babacan, Serokê Partiya Demokrasî û Pêşketinê ya Tirkiyê (DEVA) di yekemîn kongreya parêzgehê  ya Colemêrgê axivî.

Babacan ku bi xwe ji endamên sereke yên berê yên AKPê û siyasetvanên bibandor ên hikûmeta Erdoxên e, di mîtînga Colemêrgê da rexne li siyasetên Erdoxên girt û di beşeka gotinên xwe da tevî rexneya ji siyaseta hikûmetê li hemberî zimanê kurdî, got: Ez tamiyekê li dewletê dikim. Bila li ser bîlbordên bajêr binivîsin em daxwaza lêborînê dikin. Ji ber ku we mafê deng ê xelkê xesb kiriye, daxwaza lêborînê bikin. Ji bo ku we zimanê kurdî kiriye "Zimanê ku nayê famkirin" daxwaza lêborînê bikin. Ji gelê ku ji ber biryarên we yên xweserane belengaztir bûye daxwaza lêborînê bikin.

 

Serepeyv