Adar 30, 2021 17:29 Asia/Tehran
  • Li dijî PKKê operasyoneke nû hat destpêkirin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku arteşa wî welatî, li herdu parêzgehên kurdnişîn ên Şirnex û Sêrtê li dijî şervanên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku operasyonek bi navê “Operasyona Eren-12 Guleşlî” li Şirnex û Sêrtê bi beşdariya 1317 leşker, polîs û cerdevanan daye destpêkirin.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê de tê amajekirin ku ew operasyon li dijî gerîlayên  PKKê bûye.

Li gor vê daxuyaniyê di operasyonên Eren de ku 11ê Çileya 2021ê hate destpêkirin, heta niha 75 kes ku tê îdiakirin peywendiyê wan bi PKKê re hene hatine girtin,  421 şikeft, sitargeh û depo hatine wêrankirin û dest bi ser gelek çek, cebilxane û xwarin û xurek hatine girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê herwiha amaje kir ku ew dê operasyonên xwe berdewam bikin heta ku digihêjin armanca xwe.

Serepeyv