Adar 30, 2021 09:37 Asia/Tehran
  • Alî Babacan: We Kurdî kir zimanekî nenaskirî

Serokê Giştî Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan ji bo desthilata AKPê got “Ji ber ku we pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye û we ji nû ve Kurdî kiriye zimanekî nenasbar lêborîna xwe bixwazin.”

Serokê partiya DEVAyê Ali Babacan beşdarî 1-emîn Kongreya Asayî ya Parêzgeha Colemêrgê ya partiya xwe bû.

Babacan bertek nîşanî helwesta hukûmetê ya di derheqê pirsgirêka kurd de da û got ”Eger hûn bixwazin hinek titşan serrast bikin, bila bi xwestina lêborînê ji miletê me dest pêbikin.Ji gelê me lêborînê bixwazin yên ku we mafê dengdanê û hilbijartinê ji wan stendiye. Ji ber ku we pirsgirêka Kurd dîsa vejandiye, lêborîna xwe bixwazin. Ji kesên ku we bi biryarnama di hikmê qanûnê de (KHK) ew ji kar dûrxistine û tevî biryara darazê we ew venegerandine ser karên wan lêborînê bixwazin.”

Alî Babacan di derbarê hiqûq, aborî û bêkariyê de rexne li Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan kir û got “Hiqûq: Erdogan bi îstîqrar Destûrê binpê dike. Biryarên bi talîmatên birin û anînê tê wergirtin, bêhiqûqtiyê bi îstîqrar zêdedike. Asta Refahê: Di hejarbûnê de bi îstîqrar  heye. Xebitandin: Bêkarî bi îstîqrar zêde dibe. Li Tirkiyê bêkarî tu carî hewqas zêde nebûye. Enflasyon: bihabûna tiştan bi îstîqrar zêde dibe. Di bin vê tabloyê de tenê îmzeya yek kesî heye. Birêz Erdogan ev berhema te ye. tu pê şanaz î?

Serokê DEVAyê Babacan qeyûm jî rexne kirin û wiha got “Ev welatek e ku şaredarên bijarte têne daxistin û yên ku li şûna wan hatine tayîn kirin têne rûniştandin. Ji vê yekê re demokrasî tê gotin? Wê gavê hûn çima hilbijartinan dikin? Xelk çima diçe ser sindoqan? Li welateke wisa ewlehî û îstîqrar çêdibe? Hilbijêr dê hêzê bide yên hilbijartî. Îradeya gel di bin piyan de ye. Desthilat hemû şaredariyên ku bi hilbijartinê bidest xistine, bi bêhiqûqî ji wan tê standin û wê deshiltê radestî qeyûman dikin. Siyaseta desthilatê eva ye ku şaradariyên bi hilbijartinê bidest nexistiye, bi rêyên din bidest bixe.

Herwiha babacan got ku rêveberyiya xerab dê di hilbijartina yekem de bê guhertin.

Serepeyv