Adar 28, 2021 11:05 Asia/Tehran
  • Elî Babacan: Kadrî Yildirim ji bo zindîkirina Kurdî kedeke bêhempa da

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan bi minasibeta koça dawî ya Prof. Dr. Kadrî Yildirim peyamek belav kir û têde ragihand ku “Kadrî Yildirim ji bo zindîkirina Kurdî ku yek ji wan zimanên kevnar ên van axan e, kedeke bêhempa da.”

Duh Şemiyê 27ê Adara 2021ê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, Prof. Dr.  Kadrî Yildirim di peyamekê de sersaxî ji malbat û xwendekarên wî re xwest.

Alî Babacan di peyama xwe de got: “Profesor Dr. Kadrî Yildirim pêşengiya damezrandina 'Enstîtuya Zimanên Zindî' li Zanîngeha Mêrdînê Artukluyê kir û ji bo zindîkirina Kurdî ku yek ji wan zimanên kevnar ên van axan e, kedeke bêhempa da. Xwedê rehma xwe lê bike û ez sersaxiyê ji malbat û xwendekarên wî re dixwazim.”

Zimanzan û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Kadrî Yildirim ji ber ku xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî, li Amedê rakiribûn nexweşxanê û di bin çavdêriya hûr de bû, pêr li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Ew duh bi merasîmeke girseyî li goristana Yenikoy ya Amedê spartin axê.

Serepeyv