Prof. Dr. Kadri Yildirim spartin xakê
Akademîsyen û siyasetmedar Prof. Dr. Kadrî Yildirim duh bi beşdariya bi hezaran hezkirî, dost, heval û xwendekarên xwe li Diyarbekirê bi xakê hat spartin.
Prof. Dr. Kadrî Yildirim beriya bi çend rojan ji ber nexweşiya xwînêrjiya mêjî ji bo nexwşexana Zanîngeha Dicle ya Diyarbekirê hatibû rakirin û piştî tedawiya çend rojan pêr koça dawî kiribû.
Duh şemiyê 27.03.2021ê li Diyarbekirê bi beşdariya siyasetmedar, nûnerên partiyên sivîl û rêxistinan xwendekar û hevkarên Kadrî Yildirim ê li Zanîngeha Artukluyê û bi hezaran hemwelatî cenazeyê Kadrî Yildirim bi xakê hat spartin.
Kadrî Yildirim di sala 1959an li navçeya Licê ji dayik bûye. 13 sal mamostetiya dibistanê kirîye, sala 1984an di Fakulteya Îlahiyat a Universiteya Heranê de dest bi xwendina master û doktorayê kirîye. Sala 1999an li Universiteya Dîjleyê dest bi mamosteyî kirîye û sala 2004an bûye doçent û sala 2010an jî bûye profesor. Wî di Universiteya Artukliyê de karê cîgirîya rektorê universiteyê kiriye û herweha mudirîya Enstîtuya Zimanên Zindî û serokîya Beşê Ziman û Kultura Kurdî kirîye. Hezîrana sala 2015an di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bû parlementerê Sêrtê.
Kadrî Yildirim heta niha derbarê ziman, edebiyat dîroka û rêzimana kurdî de bi dehan kitêb nivîsandine û di salên dawî de pêşengiya xwendin û nivîsandine kurdî kiriye.