Adar 28, 2021 09:22 Asia/Tehran
  • Ji bo Dayîkên Şemiyê ji 3 meh heya 6 salan  zindan hate xwestin

Dayîkên Şemiyê, anku kesên ku xizmên wan wenda ne bi tometa ku li hemberî qanûna xwepêşandan û meşê derketine, tên darizandin. 46 kesên ku beşdarî 700mîn hefteyê çalakiya ‘Daykên Şemiyê’ bibûn tevî hejmarek zêde ya parêzer û parlementeran li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bûn. Bo wan ji 3 mehan ta 6 salan ceza tê xwestin.

Dayîkên Şemiyê, anku ewên ku kesûkarên wan wenda ne û aqûbeta wan ne diyar e careke din di bin dorpêça polîsan de ne. Lê vê carê ne li meydana ku ew her lê rûdinin, lê pêşiya dadgehê. 46 kesên bi tometa ku daxwaza aqûbeta xizmên xwe kirine û bo vê beşdarî çalakiyê bûne, li dadgeha cezayê giran têne darizandin. Ew vê yekê weke berdewamiya wê zilmê dizanin ku dewleta Tirkiyê li wan dike.

Di 25ê Tebaxa 2018an de wan xwestibû 700mîn car li Meydana Galatasarayê rûnin û bi çalakiyeke bêdeng pirsa aqubata bav, bira, kur, keç an hevjînên xwe bikin ku ew di bin çavdêriya dewletê de hatine wendakirin. Lê çalakî hatibû qedexekirin û wê rojê li ser cadeya Îstiqlalê tundutûjiyeke giran li wan hatibû kirin. Hinek birîndar bibûn, hinek hatibûn destgîrkirin. Lê tevî vê yekê dawakar ne lê ew careke din tawanbar in.

Birayê yek ji wendayiyan Mîkaîl  Kirbayir jî dibêje: “Sûcdar bûne dawakar û dawakar bûne sucdar.41 salin ku birayê min di bin çavdêriya dewletê de hatiye wendakirin. Me êşa xwe bi cîhanê re parvekir û pirsa aqubeta wan kir. Lê zilm li me hate kirin. Ew êşeke mezin li me peyda dike. Baş e wê kî mafê me biparêze? Em welatiyên vî welatî ne. Ên ku hatine wendakirin jî welatî ne. Baş e dewlet li ku ye? Em matmayî ne.”

Serepeyv