Kongreya AKPê û bijartina dubare ya Erdogan wek serokê giştî yê AKPê û sozên derbarê guhertinên di nav wê de
Li Enqere 7emîn Kongreya Asayî ya AKPê birêve çû û serokê giştî yê wê partiyê Receb Teyb Erdogan dîsa ji bo serokatiya vê partiyê hat bijartin. Erdogan Kongreyê de soz da ku guhertin di kabîneya hikûmetê de pêk tê. Gotara Erdogan di vê kongreyê weke manifestoya AKP ya sala 2023ê hat binavkirin.
Li paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê îro Çarşemê 24ê Adara 2021ê heftemîn Kongreya Asayî ya AKPê di bin siya proseyên çaksazî û nexşerêya desthilatê ya ji bo sala 2023ê bi rê ve çû. Ji bo beşdariya kongreya ji bajarên cuda cuda yên Tirkiyê rêveber, endam û aligirên AKPê gihiştin Enqerê.
Beriya kongreyê di nav kulisên siyasetê de kongreya AKPê weke kongreya guhertin û ji nûve rêkxistinê dihat şirovekirin. Piraniya aligirên AKPê jî bêşert û merc piştgiriya Erdogan dikin, lê di demên dawî de bi taybetî jî di mijarên aboriyê de daxwaza guhertinan jî zêde bûye.
Endamê Federasayona Roman û Endamê AKPê mixtar Erdogan Destecî jî got: “Hun dibînin ku di vê berf û baranê de em ji bo serokomarê xwe hatine. Serokomarê me baş e, lê parlementer û serokên şaredariyan xizmeta me nakin û guh nadin daxwaza gel, tenê Serokomar guh dide xelkê.”
Di encaman kongreyê de hejmara endamên Desteya Rêveber a Navendî ku ji 50 kesan pêk dihat bû 75 kes, hejmera endamên yedek jî bû 35 kes. Pêşbînî tê kirin ku piştî kongereyê di encûman wezîran de jî guhertin bêne kirin.