Abdullah Gul ji bo HDPê û Gergerlîoglu daxuyanî da
Serokkomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul di derbarê doza girtina HDPê û hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu da got “Hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDPê pir xelet dibînim”
Serdozgerê Komarî yê Dadgeha bilind Bekîr Şahîn ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûrê doz vekir.
Bi vê gavê piştî 13 salan cara yekem e ku ji bo girtina partiyeke siyasî doz hate vekirin.
Li aliyê din li parlamenta Tirkiyê parlamenteriya Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu hate hilweşandin.
Li ser mijara hilweşandina parlamenteriya Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu û vekirina doza girina HDPê Abdullah Gul dibêje “Hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu û vekirina doza girtina HDPê pir xelet dibînim”
Di derbarê mijarê de Abdullah Gul amaje bi wê yekê kir ku hilweşandina parlamenteriya kesekî ku têkiliya wî bi tu tundiyê re tuneye û bê cudakarî parastina mafên mirovan kiriye û vekirina doza partiyekê dê ji hikûmet û Tirkiyê re bibe bar.
Her wiha Gul ragihand ku bûyerên di salên 90î de pêk hatine derfet daye dijayetî û îzolasyon kirina Tirkiyê û girtina partiyan û rakirina parêzbendiyan li hesabê rêxistinan hatiye.