Adar 18, 2021 09:39 Asia/Tehran
  • Hevserokên HDP: Doza girtina HDPê derbeyek nû ye

Hevserokên HDPê Buldan û Sancar di derbarê doza girtina partiya xwe daxuyaniyek dan û ragihandin ku “Doza girtina HDPê li dijî demokrasiyê derbeyeke nû ye.”

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar di derbarê doza girtina HDPê ya ku ji aliyê Serdozgeriyê Komarî yê Dadgeha Bilind ve li Dadgeha Destûrê hatiye vekirin, daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û tê de ragihandin: “Roja ku parlamenteriya Parlamenterê me yê Kocaeliyê Ömer Faruk Gergerlioğlu di encama hesabên siyasî yên hikûmetê û binpêkirina qanûnê de hate daxistin, Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind jî li dijî partiya me doza girtinê vekir.

Hikûmeta AKP-ê ya ku darazê bi xwe ve girêdaye û kiriye alîgir, ji bo siyasetê dizayn bike wek dar bikar tîne.

Doza di derbarê girtina partiya me de, li dijî hiqûq û demokrasiya welat darbeyake giran e. Ev desthilat, bi şêweyeke darbeker navê xwe li dîrokê nivîsandiye. AKP bi doza girtinê bi riya darazê, diyariya kongreyê daye MHPê, dozger bi talîmata siyasi tevdigerin.

Ya ku qewimî di heman demê de bêçaretiya kûr a bloka desthilatdariya AKP-MHPê nîşan dide. Bi ramanî, polîtîk û li ser sindoqan nikaribûn bi ser HDPê bikevin, niha jî dikin armanc ku bi destê darazê ji siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Ev êrişa wan ji ber tirsa wan ya mezin e.

HDP ne tenê partiyeke siyasî ye, di heman demê de partiyeke ramanî ye. bi milyonan kes li dora vê ramanê civiyane. Bi milyonan mirov dê xwedî li îradeya xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derkevin.  

Desthilata AKP-MHP jî rewayiya xwe ya demokratîk wenda kirine, hewl didin bi alavên zext û zorê li pê bimînin. Divê desthilata AKP-MHPê vê baş bizanibin, çi dikin bila bikin em qet serî danaynin, çok nadin û em qet ji ji siyasetay demokratîk tawîz nadin, em ê berxwedana xwe ya demokratîk bi têkoşîneke bi biryar bidomînin.

Em bang li hemû hêzên demokratik, opozîsyona siyasî û civakî û gelê xwe dikin ku li dijî vê darbeya siyasî ya tasfiyekirina vekirî ya qanûn û demokrasiyê têkoşînek hevpar bidin.

Serepeyv