Adar 18, 2021 09:09 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê dixwaze HDPê bigire

Li gorî daxwaza hikûmeta AKP-MHPê ya Tirkiyê serdozgerî Komarî yê Dadgeha Bilind, bi daxwaza girtina HDPê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekir. Dozname bo Dadgeha Bilind hat şandin.

Serdozgerê Komarî yê Dadgeh Bilind (Yargitay) Bekîr Şahîn, bi daxwaza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekir.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ve hatiye belavkirin, ew doznameya bo girtina HDPê hatiye amadekirin û bo Dadgeha Bilind hatiye şandin.

Di daxuyaniya Serdizgeriyê de hatiye îddîakirin, “Endamên HDPê bi kiryarên xwe li dijî yekgirtina dewletê tevdigerin” û bi vê tometê hatiye xwestin ku HDP bê girtin.

Ev di demekê de ye ku vê heyama dawîn zext û guvaşa li ser HDPê zêde bûne û bi sedan fezleke derbarê parlamenterên HDPê de hatine amadekirin.

Herwiha duh, li parlamenta Tirkiyê parlamenteriya parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu hat hilweşandin.

Serepeyv