Adar 16, 2021 14:22 Asia/Tehran
  •  Tirkiye û Amerîka li ser derxistina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê li hev kirin

Çavkaniyan eşkere kir ku dewleta Tirkiyê û Amerîkayê li ser derxistina çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirkiyê ew şandine Lîbyayê li hev kirin.

Li gorî Skye News ku agahiyên xwe ji çavkaniyên herêmî standine, dewleta Tirkiyê û Amerîkayê li hev kirin ku çeteyên Sûriyê ji tevahî axa Lîbyayê di 15 rojan de derxînin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku danûstandinên berfireh li ser asta baylozên Amerîkayê û dewleta Tirkiyê li Lîbyayê derbarê derxistina çeteyan pêk hatin.

Heman çavkaniyan anî ziman ku 2 rayedarên lîbyayî bendên lihevkirinê şopandin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku balafirên Afrîqiyayê û balafirên dewleta Tirkiyê dê çeteyan ji balafirgeha Miêtîqe ya navneteweyî veguhêzin Tirkiyê û piştre Sûriyê.

Çavkaniyan piştrast kir ku piştî agahiyên derbarê lihevkirinê, çeteyan yekser amadekariya derketinê kirin.

Li gorî lihevkirina leşkerî ya bi hikumeta Wîfaqê re, dewleta Tirkiyê balafirên kişfê û şêwirmendên leşkerî şandin Lîbyayê. Her wiha piştre gelek terorîst û çeteyên Sûriyê jî şandin Lîbyayê.

Serepeyv