Adar 14, 2021 23:38 Asia/Tehran
  • Erdogan: Ji ber Koronayê li Tirkiyê nêzîkê 30,000 kes jiyana xwe ji dest da

Serokomarê Tirkiyê piştrast kir ku şer û xebata li dijî Korona ku heya nuha li vî welatî nêzîkê 30,000 kes qurbanî hebûye, hêj neqediyaye.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Anatolyayê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan bi minasibeta 14ê Adarê ji xebatkarên tenduristiyê re nameyek şand û tê de tekez kir ku divê ew heya dawîya epîdemiya Corona xebata xwe bidomînin.

Di nam Erdogan de ku tê de tekezî li ser fidakarî û qurbanîdana kedkar û karmendên pizîşkî di sala çûyî de, hatiye gotin ku ji aliyekê ve em ê gavên têkildarî asayîbûna rewşê bavêjin û ji aliyek din ve jî em ê xebata xwe berdewam bikin daku pergala lenduristiyê xurt bikin.

Wezîrê Tendirustiyê ya Tirkiyê Fahreddin Koca got: Di nava 24 saetên derbasbûyî de 132 hezar û 425 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 13 hezar û 378 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû yên wezareta tendirustiya Tirkiyê, ji duh heta îro 68 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 15 hezar û 516 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê 2 milyon û 879 hezar û 390 kesa bi Koronayê ketine û 29 hezar û 489 kes jî bi Koronayê mirine û herwiha heta niha 2 milyon 701 hezar û 76 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Serepeyv