Rexneya Tirkiyê ji azadiya tevgerên Koma Gulen li Yûnanê
Adar 13, 2021 09:37 Asia/Tehran
Tirkiyê ji veguherîna Yûnanê bo navendeke ewleh jibo endamên Koma Ebdullah Gulen rexne kir.
Ajansa Anatoliyê ragihand: Hamî Aksoy Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê got: Wer xuya dike ku Yûnan bûye cihekî ewleh jibo endamên Koma Gulen.
Wî got: Endamên vê komê bi awayekî azad li Yûnanî digerin û alîkariya endamên reviyayî yên vê komê dikin.