Adar 13, 2021 01:59 Asia/Tehran
  • Hejmara pêketiyên Koronayê li Tirkiyê ji 2 mîlyon û 850 hezar kesî derbas bû

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 14 hezar û 941 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 66 kes jî bi Koronayê mirine.

Roja înê 12.03.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.

Ligor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di nava 24 saetên derbasbûyî de 148 hezar û 856 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 14 hezar û 941 ji wan pozîtîv bûye.

Li gor amarên nû, ji duh heta îro 66 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 11 hezar û 180 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê hejmara kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 850 hezar û 930 kesan û 29 hezar û 356 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 670 hezar û 273 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Serepeyv