Adar 12, 2021 21:48 Asia/Tehran
  • Misir bersiva Tirkiyê da: Tiştê bi navê  jinûve destpêkirina têkiliyên diplomatîk tuneye

Çavkaniyek fermî ji Misirê got, tiştê bi navê "Jinûve destpêkirina têkiliyên dîplomatîk" di navbera Qahîre û Enqerê de tuneye.

Çavkaniyek fermî ji Misirê got: "Şandeyên doplomatîk ên Misir û Tirkiyê li ser asta xebatê hene ku li gorî urfên dîplomatîk ên sazkirî bi welatê pejirandinê re têkiliyê datînin."

Çavkanî anî ziman ku pêşketina têkiliyan di navbera herdu dewletan pêdivî bi berçavgirtina çarçoveyên qanûnî û dîplomatîk heye ku têkiliyên di navbera welatan de li ser bingeha rêzgirtina prensîba serwerî û hewcedariyên ewlehiya neteweyî ya Erebî birêve dibin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu gotibû: "Têkiliyên me di asta istixbarat an Wezareta Derve de bi Misrê re hene."  Her wiha gotibû ji nû ve destpêkirina têkiliyê, dê li gorî stratejiyek taybetî, bi gavên biçûk pêk were.

Serepeyv