Adar 12, 2021 15:26 Asia/Tehran
  • Li Agiriya Tirkiyê erdhej çê bû

Li parêzgeha Agiriyê ya kurdnişîn li rojhilatê Tirkiyê erdhejek çê bû.

Rêveberiya Rewşên Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê aşkere kir îro demjimêr 08.57 li navçeya Bazîd a ser bi Agiriyê ve erdhejeke bi hêza 4.0 pileya rîşter çê bû.

Li gor zanyariyên AFADê kûrahiya erdhejê jî wek 7.02 kîlometr hatiye destnîşankirin.

Rêveberê AFADê li Agiriyê Necatî Oruk, diyar kir, lêkolînên wan li ser wê erdheja li Bazîdê berdewam in.

Oruk her wiha got: “Heta niha derbarê zirar û ziyanên erdhejê de zanyariyek negihiştiye ber destê me.”

Muxtarê gundê Saribix jî ragihand ku li wê navçeya ku erdhejê rû daye, heta niha zirarek nehatiye tomarkirin.

Serepeyv