Çavuşoglu: Tirkiyê li gel Misirê dest bi peywendiyên dîplomatîk kiriye
Wezîrê Derve yê Tirkiyê radigihîne ku welatê wî li gel Misirê dest bi peywendiyên dîplomatîk kiriye û tekez kir ku ti asteng nînin ku peywendiyên wan li gel Siûdiyê jî baş bibin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu ragihand ku welatê wî li gel Misirê dest bi peywendiyên dîplomatîk kirine û diyar kir ku peywendiyên wan yên istixbarat û li ser asta Wezareta Derve li gel Misirê jî hene.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê herwiha got: Ti asteng nînin ku peywendiyên wan li gel Siûdiyê û Îmaratê jî baş bibin û diyar kir ku eger ew welat dest bi gavên erênî bikin ewê jî bi heman awayî dest bi wan gavan bikin.
Ji ber piştevaniya Tirkiyê bo Tevgera Îxwan el-Muslimîn û helwestên wê yên li Sûriye û Lîbyayê peywendiyên wê li gel Misir û Siûdiyê û Îmaratê têk çûne.