Adar 10, 2021 10:02 Asia/Tehran
  • Facebookê li ser daxwaza Tirkiyê malpera YPGê qedexe kiriye

Sala 2018an piştî ku artêşa Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê dest bi operasyonan kir, Enqerê daxwaz ji kompaniya Facebookê kiribû ku bikaranîna facebookê ya ji aliyê YPGê ve blok û qedexe bike.

Li gor zanyariyan piştî ku Tirkiyê ew daxwaz ji kompaniya Facebookê kir, Cîgirê Serokê Encûmena Birêveber a Facebookê Charl Sandberg bersiveke erênî da Tirkiyê û ragihand ku ew piştevaniyê li girtina malpera YPGê ya di nava Facebookê de dike.

Tevî ku 3 sal bi ser êrîşa li dijî kurdên Sûriyê re derbas jî bûne, hîn jî wêne û zanyariyên ku YPGê li ser malpera xwe ya di facebookê de belav kirine, li Tirkiyê qedexe ne.

Kompaniya Facebookê di her merasîm û derfetekê de behsa azadiya raderbirînê dike û dema ku hikûmeta Tirkiyê daxwaza wergirtina moleta fermî ji wê kompaniyê jî kir ku bikare li Tirkiyê kar bike, facebookê ragihand ku li gorî baweriya wan azadiya raderbirînê bingehê sereke yê mafê mirov e û ew jî weke Facebook li seranserê cîhanê girîngiyê didin wî mafê sereke.

Kompaniya Facebookê diyar jî kiribû ku nîviya xelkê Tirkiyê ji bo peywendiya li gel kesûkarên xwe facebookê bikar tînin û bi vî awayî jî karûbarên xwe jî birêve dibin.

Girêdana malpera YPG ji aliyê Facebookê nîşan dide ku ev Kompanî bi hêsanî mafê mirov û baweriya ku îdia dike jê re girîng e ji bo berjiwendiyên xwe têxe bin piyê xwe.

Serepeyv